Hat diyar kirin ku di xeta boriya Kerkûk-Yûmûrtalikê de terabetiyek derketiye û ji ber vê jî sewqiyata nefta ku dişînin Tirkiyê hat sakinandin.
Saziya Neftê ya Iraqa Bakûr ku navenda wê li Iraqê ye destnîşan kir ku di xeta boriya neftê de terabetiyek derket. Ji ber vê terabetiyê jî xeta ku tê de nefta xam tê Ceyhanê pompekirina neftê dan sekinandin.
Hat diyarkirin ku 70 kîlometre dûrî Kerkukê di xetê de terabetiyek hatiye tespîtkirin û ji ber vê jî beriya nîvro şandina petrolê hat birîn.
Di xeta boriya Kerkûk-Yûmûrtalikê de rojê 250 varîl neft tê îxrackirin. Ev neft li ser Tirkiyeyê re derbas dibe û digihêje welatên Ewropayê.