Dinya

Wezareta Karên Derva der barê geşedanên li Venezuelayê da daxuyanî da

- "Tirkiye girîngiyê dide îstiqrara Venezuelayê û aramî û gumrahiya gelê Venezuelayê."

Mehmet Şah Yılmaz  | 03.01.2026 - Rojanekırın : 04.01.2026
Wezareta Karên Derva der barê geşedanên li Venezuelayê da daxuyanî da

Ankara

Wezareta Karên Derva diyar kir ku geşedanên dawîn ên li Venezuelayê diqewimin ji nêz va dişopînin û got ku "Em hêvî dikin ku rewşa niha aji hêla ewlehiya herêmî û navneteweyî va encamên neyinî dernexîne holê û bangî hemû aliyan dikin ku xwînsar û bi îtidal tevbigerin."

Wezaretê der barê êrîşên berfireh ên Amerîkayê yên li Venezuelayê da daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku geşedanên dawîn ên li Venezuelayê diqewimin ji nêz va tên şopandin û hat gotin ku "Tirkiye girîngiyê dide îstiqrara Venezuelayê û aramî û gumrahiya gelê Venezuelayê. "Em hêvî dikin ku rewşa niha aji hêla ewlehiya herêmî û navneteweyî va encamên neyinî dernexîne holê û bangî hemû aliyan dikin ku xwînsar û bi îtidal tevbigerin."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Tirkiye amade ye jib o ku qeyrana li Venezuelayê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da bê çareserkirin her cure piştgiriya erênî bide û dan zanîn ku Balyozxaneya Caracasê ya Tirkiyeyê bi welatên Tirk ên wî welatî ra têkilî û kordînasyona hewce bê navber didomîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Truth Socialê gotibû ku "Amerîkayê li dijî Venezuelayê û serokê wê Nicolas Maduro êrîşeke berfireh da destpêkirin û Maduro û jina wî hatin girtin û ji welêt hatin derxistin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.