Dinya

Trump: "Em ê heta demeke maqûl a berwext dê wir (Venezulea) bi rê va bibin"

- "Em ê şirketên mezin ên neftê yên Amerîkayê (li Venezuelayê) bixin dewrê, dê bi milyaran dolar xerc bikin û binesaziya neftê temîr bikin û ji bo bo welêt dest bi qezenckirina pereyê bikin"

Ayşe İrem Çakır, Hakan Çopur, Dildar Baykan Atalay  | 03.01.2026 - Rojanekırın : 05.01.2026
Trump: "Em ê heta demeke maqûl a berwext dê wir (Venezulea) bi rê va bibin"

Ankara

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî êrîşa dijî Venezuelayê got ku "heta derbasbûneke ewledar, guncav û maqûl" dê birêvebirina welêt bidomînin.

Serokê Amerîkayê Trump di civîna çapemeniyê da der barê êrîşên dijî Caracasa paytextê Venezuelayê û derdestkirina Nîcolas Maduroyê Serokdewletê Venezuelayê da daxuyanî dan.

Trump parast ku êrîş operasyoneke eskerî ya wisa ye ku ji Şerê Cîhanê yû Duyemîn vir va nehatiye dîtin û armanca wê ew bû ku "Maduroyê dîktator teslîmê edaletê bikin" û got ku "Dizanina ku dê em bên lewra amade bûn lê gelekî zû hatin berterefkirin."

Trump teyît kir ku di êrîşê da ji aliyê Amerîkayê tu kes nemir û digel ku gelek firoke û balafirên şer hatin bikaranîn zirar negiha yek ji wan jî.

Trump destnîşan kir naxwaze ku li Venezuelayê kesekî din daxil bibe û rewşa ku çendî sal e dewam diqewime dubare bike û got ku "(Venezuela) Heta wexteke ku em ê derbasbûneke ewledar, guncav û maqul bikin dê birêvebirina welêt bidomînin."

Trump diyar kir ku ji bo gelê Venezuelayê aştî, azadî û edaletê dixwqzin û got ku "Em nikarin destûr bidin ku kesekî başiya gelê Venezuelayê naxwaze birêvebiriyê bi dest bixe. Em dê destûr nedin vê."

Trump got ku Maduro û xanima wî Cîlîa Flores "ji ber narko-terorîzma kujer a dijî Amerîka û welatiyên wî" ji hêla Herêma Başûr a New Yorkê va tên sûcdarkirin û herdu niha di keştiyekî da ne ku tê New Yorkê û ji bo ku bên darizandin dê di navbera New York û Mîamiyê da biryar bê dayîn.

- "Em ê şirketên neftê yên mezin (li Venezuelayê) bixin dewrê"

Trump diyar kir ku ambargoya ji bo nefta Venezuelayê dê bi temamî di meriyetê da bimîne û got ku Sîtola Amerîkayê dê pozîsyona xwe ya wir biparêze û heta ku daxwazên Amerîkayê bê pêkanîn dê ev rewş dewam bike.

Trump got ku "Em ê şirketên mezin ên neftê yên Amerîkayê (li Venezuelayê) bixin dewrê, dê bi milyaran dolar xerc bikin û binesaziya neftê temîr bikin û ji bo bo welêt dest bi qezenckirina pereyê bikin."

Serokê Amerîkayê Trump got ku "Em ê bi stratejoya xwe ya ewlehiyê ya nê va êdî vê ji bîr nekin; dê êdî hakimiyeta Amerîkayê ya li nîvkûreyê tu carî neyê pirsiyarîkirin"

Serokê Amerîkayê Trump got "Em niha kesên ku dê bi rê va bibin (Venezuelayê) diyar dikin. Em ê ragihînin ka ev mirov dê kî bin"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.