04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
ANKARA
Wezareta Karên Derva ragihand ku ew biryara ku Meclisa Nûneran a Iraqê hilda, şermezar dikin. Bi taybetî em beşa ku tê da derheqê Serokomarê me da sûcdarkirinê kirêt tên kirin, bi tundî protesto dikin.
Wezareta Karên Derva: "Em biryara ku Meclisa Nûneran a Iraqê di 4ê kewçêra 2016an da girt, şermezar dikin. Bi taybetî em beşa ku tê da derheqê Serokomarê me da sûcdarkirinê kirêt tên kirin, bi tundî protesto dikin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Tirkiye DAEŞê ji derstpêkê heta niha li hemberî ewlehiya netewî wekî tehdîdekî dibîne, ji destpêkê vir va li hemberî DAEŞê bi biryarî têdikoşe. Herwiha yek ji endamên Hevpeymana Navneteweyî ye, bi taybetî piştgiriyê dide xebatên koalîsyonê û bal kişandan ser van xisûsan:
"Ji ber tehdîda terorê ya li Iraqê Tirkiye bi hezaran welatiyên xwe winda kir, raste rast di bin bandora bêîstîqrariya mezhebî ya li herêmê da maye, digel vê yekê yekbûna axa Iraqê, serdestiya wê parastiye. Gava ku hewce kiriye ji bo parastina îstiqrar û ewlehiya wê bedêlên siyasî û aborî yê mezin daye ber çavê xwe û parastina Iraqê kiriye. Heta îro ji ber Tirkiyeyê li Iraqê gef nexwarine."
Di daxuyaniyê da behsa van xisûsan hat kirin:
"Ji ber biryara ITMyê û daxuyaniyên hin rayedarên ji Iraqê ku di demên dawî da belav kirin Tirkiye dilteng e. Diltengiya xwe em ê bigihînin Balyozê Iraqê yê Enqereyê ku li ser vexwendinê ew ê sibê were meqam."
Meclisa Iraqê îro bi sûcên giran sûcdarkiribû, ragihandibû ku ew dirêjkirina maweya tezkereyê ya TBMMyê qebûl nakin û daxwazên weke divê bangî Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê bê kirin û agahî bên dayîn, divê hêzên Tirk wekî 'hêzên dagîrker' bên hesibandin û ji sînorên Iraqê bên derxistin, ji bo kesên ku daxwaz dikin hêzên Tirk bikevine Iraqê serî li darazê bê dayîn, divê axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bê şermezarkirin û bê gotin ku nayê qebûl kirin, divê têkiliyên bi Tirkiyeyê ra bên verastkirin, ji bo hêzên Tirk ji herêmê bên derxistin divê serî li KENY û NYê bê dayîn, herwiha divê hikûmet ji bo parastina serdestiya welêt serî li rêyên dîplomatîk û siyasî bide kiribûn.