Fuat Kabakcı
15 Sibat 2022•Rojanekirin: 15 Sibat 2022
Wezareta Karên Derva ji welatiyên Tirk ra pêşniyaz kir ku heta ew mecbur nemînin bila neçin Yêmenê.
Wezaretê der barê çûyîna Yêmenê da bi daxuyaniyekê hişyarî da welatiyan.
Di daxuyaniyê da hat gotin li Yêmenê rewşeke nebaş heye, welatî ji ber ewlehiya xwe heta mecbur nemînin divê neçin vî welatî.
Hat gotin bila welatî hişyarî û daxuyaniyên Wezareta Karên Derva û Balyozxaneya Sanayê ya Tirkiyeyê bişopînin, ji bo ewlehiya xwe ya şexsî jî bi tevdîr û hişyar bin.