Abdullah Tel
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
MALATYA
Midûrê Giştî yê Heyva Sor a Tirkiyeyê Îbrahîm Altan ji bo rewşa Xutaya Rojhilat a li Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya rejimê da ye got: "Li Xûtaya Rojhilat niha hewcedarî bi xwarin û xurekê heye. Li wir pirsgirêkeke cidî heye lewra êdî wesle, monik û hestiyên mirovan xuya dikin."
Altan di daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Heyva Sor a Tirkiyeyê li Sûriye û herêma Îdlibê alîkariyên mirovahî yên dide hê jî didomîne.
Di axaftina xwe da Altan diyar kir ku li herêmê 12 sêwîxane hatin avakirin û ew jî cil, xwarin û xureka 12 hezar zarokên li wê derê dimînin peyda dikin û kêmasiyên wan çareser dikin û wiha pê da çû: "Bi rastî jî reqemên pir mezin derdikevin pêş me. Bi qasî hefteyek berê tevlî saziyekê va me alîkarî şand Xûtayê. Li Xûtaya Rojhilat me alîkarî da mirovan. Rewşa wê derê pir xerab e. Em ji bo bikaribin alîkariyên xwe yên li wir didin, zêde bikin hewl didin. Li wê derê hal pir xerab e. Xûta dorpêç kiriye. Miletê me niha di têlevizyonan da helbet dibîne. Li wê derê drameke mirovahiyê ya cidî heye. Em ji bo çareserkirin û kêmkirina wê dramê di çarçoveya derfetên xwe da mayê ji destê me tê dikin û wê hewlê didin."