15 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
KÎEV
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Ukraynayê Arseniy Yatsenyuk li avahiyê Serokwezîrtiyê ya Ukraynayê civîneke hevpar li dar xistin.
Davutoglu got ku Tirkiye û Ukrayna îro li ser tevgerên Rûsyayê ya li hember Kirimê û êrîşên wê yên li Sûriyeyê de xwedî tevgereke hevpar in û wiha axivî: "Tirkiye yekîtiya axa Ukraynayê qebûl dike û dagirkeriya Kirimê teqez red dike. Kirim perçeyek axa Ukraynayê ye û welatê tataran ên Kirimê ye."
- "Heyama Yekîtiya Sovyetan 25 sal berê qediya"
Davutoglu got ku li Kirimê mafên mirovan bi eşkere tê binpêkirin û wiha axivî: "Îro yekîtiya axa sê welatan di bin talukeya Rûsyayê de ye. Gurcistan, Ukrayna û Sûriye. Ji ber ku piştgiriyê dide ermeniyan, yekîtiya axa Azerbaycanê jî di bin talukê de ye. Em dixwazin ji vir car din ji rayedarên ûris re bibêjin ku heyama Yekîtiya Sovyetan 25 sal berê qediya. Ji bo ku ev heyam car din zindî bibe hewl dayîn ji bo Rûsyayê jî encamên baş û bixêr wê dernexe holê. Bila baweriya xwe ji karta vetoyê ya Neteweyên Yekbûyî neynin û serî li macerayan nedin. Gelê uris jî vê qebûl nake. "
- "Li Sûriyeyê dibin sedema gelek sûcên mirovahiyê"
Serokwezîr Davutoglu got ku wî der barê geşedanên dawîn ên ku li Sûriyeyê diqewimin de agahî daye Serokwezîrê Ukraynayê Arseniy Yatsenyuk û wiha dewam kir: "Dema ku me ev hevdîtin dikir jî Rûsyayê bi fuzeyeke balîstik ya ku wisa tê texmînkirin ku ji Azezê hatiye avêtin ve dibistanekî û nexweşxaneyekî xist. Gelek zarok û sivîl mirin. Rejima Sûriyeyê, Rûsya û welatên din yên ku piştgiriyê didin û di serî de YPG rêxistinên din ên terorê îro li Sûriyeyê dibin sedema gelek sûcên mirovahiyê. Beriya çareseriyê, beriya hevdîtinê ji bo ku li qadê tiştekî bi dest bixin bi eşkere hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Niha tu leşkerekî Tirkiyeyê jî ne li Sûriyeyê ye. Tirkiye li cem gelê Sûriyeyê ye û tu caran jî li Sûriyeyê nebûye dagirker."