Uman: Em berdewamiya mizakereyên Îran-Amerîkayê hedef dikin
Istanbul
Wezîrê Karên Derva yê Umanê Bedr bîn Hamed el-Busaîdî da zanîn ku berdewamiya mizakereyên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê da tên kirin hedef dikin.
Busaîdî di daxuyaniya xwe ya ji ser platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye da bal kişand mizakereyên Îran-Amerîkayê ya bi mazûvantiya Umanê hat kirin.
Busaîdî destnîşan kir ku hevdîtinên îro li paytext Maskatê hatin kirin ji hêla zelalkirina nêrînên her du aliyan û diyarkirin qadên pêşketina muhtemel gelekî cidî û kêrhatî derbas bû û ev gotin:
"Em armanc dikin ku ev mizakereyên di navbera Amerîka û Îranê da di demek nêz da ji nû va bidin destpêkirin. Encamên hevdîtinê jî ji bo ku li Tehra û Washîngtonê bê vekolîn û nirxandin dê ji Tehran û Washîngtonê ra bê pêşkêşkirin."
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî jib o hevdîtinên nerasterast ên bi Amerîkayê ra li Umanê hatin kirin gotibû ku "Destpêkeke baş e."
- Mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da
Hevdîtinên nukleerê yên ku di navbera Îran û Amerîkayê piştî êrîşên Îsraîl û Ameîrkayê yên dijî Îranê yên di hezîrana 2025an da rawestiyabûn dîsa li Umanê dest pê kirin.
Mizakere di heyameke ku rageşiya di navbera Tehran-Washîngtonê da zêde bûye û Washîngton dijî Tehranê li herêmê eskerên xwe zêde dike da pêk hat.
Di mizakereyan da Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî Îranê temsîl kir, Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî Amerîkayê temsîl kir.
