Li Gazîentab û bajarên der û dorê barana gur barî û bandoreke neyînî li jiyanê kir.
İbrahim Özcan, Ömer Faruk Salman, Rauf Maltaş
03 Gulan 2026•Rojanekirin: 03 Gulan 2026
photo: Ömer Faruk Salman / AA
Türkiye, Kilis
Li Gazîentabê piştî nîvro barana gur barî.
Ji ber ku li ser kuçe û kolanan golên avê çêbûn, wesayîtan zehmetî kişand ku herin û bên.
Welatiyan xwe sipartin rawestgehan ku xwe ji baranê biparêzin.
Li hin herêman ji ber ba û bahozê banê avahiyan firiya.
Ji ber ku banê avahiyê Navenda Amadehiyê ya Olîmpîk ya Tirkiyeyê firiya, 3 kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Wêne : Ömer Faruk Salman/AA
Walîtiya Gazîentabê der barê baranê da daxiyaniyek da.
Walîtiyê got Şaredariya Bajarê Mezin tevdîran dibîne û dixebite, lê divê welatî jî li hemberî baranê bi baldar bin û hişyarî da ku ew ji herêma Çemê Allebenê û çemên din dûr bisekinin.
Wêne : Ömer Faruk Salman/AA
- Kilîs
Li Kilîsê barana ku piştî nîvro dest pê kir bû sedem ku li ser kuçe û kolanan golên avê çêbin.
Welatiyan xwe sipartin dikan û rawestgehên otobêsan ku xwe ji baranê biparêzin.
Ji ber golên avê yên ku li ser kuçe û kolanan çêbûn, wesayîtan di hatin û çûyînê da zehmetî kişand.
Li navçeya Musabeyliyê jî baran barî.
- Şanliurfa
Li Şanliurfayê jî baran barî û bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Baranê dema êvarê zêde kir û li ser rêyan golên avê çêbûn.
Welatî û şofêrên ku li hemberî baranê bê amadehî bûn, tengasî kişandin.