Fatma Sevinç Çetin
03 Gulan 2026•Rojanekirin: 03 Gulan 2026
Li tevahiya welêt germahî wê ji roja çarşemê pê va zêde bibe.
Pisporê Texmînkirina Hewayê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Cengîz Çelîk der barê rewşa hewayê ya ku vê hefteyê li tevahiya welêt tê texmînkirin da agahî da nûçegihanê AAyê.
Çelîk daxuyand ku hewaya sar û baran wê ji nava hefteyê pê va vekişe rojhilatê û paşê jî wê terka welêt bike.
Çelîk diyar kir ku sibê ji bilî peravên rojavayê Marmarayê û bakurê Egeyê baran wê bandorê li tevahiya welêt bike.
Çelîk got baran wê li hin deverên rojhilatê Marmarayê, rojavayê Behra Reş, navîna Egeyê û rojhilatê Behra Spî, bi şiklê barana gur û tavî bibare û roja sêşem û çarşemê jî wê li herêmên rojhilat dewam bike.
Çelîk anî ziman li rojhilatê Anadoluya Navîn, Behra Reş a Navîn û Rojhilat, û Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê du rojan baran nayê hêvîkirin, hewaya sar û baran wê ji roja pêncşemê pê va terka Tirkiyeyê bike.
Çelîk bal kişand ku germahiya hewayê bi taybetî li herêmên rojava û navîn li gor demsalê kêm e û ji nava hefteyê pê va wê zêde bibe û bigîhêje asta demsalê, heta wisa ku li hin cihan wê li gor demsalê zêdetir be jî.