Dinya

Wezîrê Karên Derva Eraqçî: "Hevdîtina bi Amerîkayê ra bû destpêkeke baş"

- "Di mijara domandina pêvajoyê da mutabiq man. Ez naxwazim ji bo niha darazekî bidim lê heke hevdîtin wiha dewam bikin pêkan e ku em bigihêjin çarçoveyeke ku li ser li hev kirin çêbûye"

Ahmet Dursun  | 06.02.2026 - Rojanekırın : 07.02.2026
Wezîrê Karên Derva Eraqçî: "Hevdîtina bi Amerîkayê ra bû destpêkeke baş"

Ankara

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî got ku hevdîtinên nerasterast ên bi Amerîkayê ra li Umanê hatin kirin "destpêkeke baş bû."

Eraqçî piştî ku mizakereyên bi Amerîkayê ra li Maskata paytextê Umanê hatin kirin bi dawî bûn daxuyanî dan televîzyona dewletê ya Îranê.

Wezîrê Karên Derva Eraqçî got ku "Me nêrînên xwe ragihandin hev, ev gelekî girîng bû. Fikarên me, berjewendiyên me û mafên gelê Îranê hat ragihandin. Di atmosfereke gelekî baş da pêk hat û nêrînên aliyê din jî hat gudarîkirin."

Eraqçî da zanîn ku heyetên mizakereyê dê vegerin welatên xwe û got ku "Me destpêkeke baş kir. Em ê di mijara çawa berdewam bikin da di nav peywendiyê da bin. Destpêkeke baş bû. Em di mijara domandina pêvajoyê da mutabiq man. Ez naxwazim ji bo niha darazekî bidim lê heke hevdîtin wiha dewam bikin pêkan e ku em bigihêjin çarçoveyeke ku li ser li hev kirin çêbûye"."

Wezîrê Îranî destnîşan kir ku di hezîrana 2025an da dema mizakereyan dewam dikir pêşî rastî êrîşa Îsraîlê û paşê êrîşa Amerîkayê hatin û got ku "Berî her tiştî divê ev bêewlehî bê helkirin û divê em ji bo mizakereyan çarçoveyekî diyar bikin."

Eraqçî got ku "Bi ya min destpêkeke baş bû û dibe ku bi vî awayî dewam bikin lêbelê ev girêdayî aliyên din û helbet girêdayî wan biryaran e ku dê li Tehranê bên hildin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.