Ukrayna: Li Severodonetskê "şerê nav bajêr" dest pê kir

Kiev
Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê ragihand ku li Severodonetska rojhilatê welêt "şerê nav bajêr" dest pê kir.
Di daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê weşand da rewşa eniyên li anî Donetskê hat nirxandin.
Daxuyaniyê da hat bi bîr xistin ku Rûsyayê 101 roj berê li hemberî Ukraynayê şer îlan kir û niha şer li Severodonetska bajarê pîşesaziyê ye wek "şerê li nav bajêr" dewam dike.
Hat gotin ku dagirkerên Ûris ji bo bajêr hildin bin kontrola xwe ji alî çepê yê Çemê Sîverskiy Donetsê hewl didin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li bajaroka Slobojanskoyê ser herêma Dneprê ku şer bi tundî lê dewam dike nêzî 100 amûrên eskerî yên Ûris zirar dîtin û ew ji herêmê hatin derxistin.
Hat gotin ku dijmin ji alî Xarkovê hewl dide herêmên di bin dagirkeriya xwe da bernede lê li herêma Xarsonê şêniyên herêmê hemberî hêzên Ûris berxwedaneke mezin didin.
Hat gotin ku di şerê bi Rûsyayê ra dewam dike da di nav 24 saetên dawîn da hêzên Ûris tankek, pergaleke topê, 6 wesayîtên bizirx, 3 wesayîtên eskerî û 3 wesayîtên hewayî yên bêmirov ji dest dan.