ÎSTANBUL
Sekreterê Giştî yê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mûxalif yên Sûriyê (KNHŞMS) Bedr Camus diyar kir ku êrîşa çekên kîmyewî ya li Şamê ji hêla Tîpa 155emîn a bi Esed ve girêdayî hat kirin.
Camus di daxuyaniya çapemeniyê ya li Stenbolê de diyar kir ku wan agahiyên der barê êrîşa Gûtaya Rojhilatê ji kesekî artêşa Esed girtine û wî kesî nexwestiye ku navê wî bê eşkerekirin.
Camus axaftina Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed ya di meha remezanê, leyletul qedrê de bi bîr anî û diyar kir ku Esed di wê axaftinê de gotibû ku ji bo têkoşîna rêxistinên terorê hemû rê û rêçik helal in û wiha got:
"Di 10ê Tebaxê de fuzeyên "Şahin-15" yên ku ji hêla Misrê ve hatine çêkirin û fuzeyên zîlzalê yên Îranê anîn tîpa 155emîn a li Çiyayê Kalemunê. 19ê Tebaxê ev fuzeyên ku mirov dikare çekên kîmyewî bike serê wan neqlê hevrazan kirin. Di 20ê Tebaxê de serê sibê heta evarê li herêma Şamê di navbera hêzên Esed û Artêşa Sûriyê ya Azad de pevçûn çêbûn. Nîvê şevê jî ev êrîşên herêmê sekinîn lê dest pê kirin û ji helîkopteran çekên kîmyewî avêtin."
Camus diyar kir ku fûze bi taybetî li herêma Gûtaya Rojhilat ya ku gelek mirov li wir dijîn, hatin avêtin û mirov bi gaza sarînê ve mirin.
Camus xwest ku heyeta NYyê ya ku niha li Sûriyeyê ye divê lêkolînan bike û diyar kir ku Artêşa Sûriyê ya Azad soz dide wan ku dema ew bixebitin, dê wan biparêze.