Abdullah Tel
22 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2020
Li gor nûçeya taybet a rojnameya The Guardian a Îngilîz ji ser hesabê WhatsAppê yê bîn Selman ji patronê Washington Postê Jeff Bezos ê di heman demê da xwediyê malpera Amazonê ya danûstandinê ye vîdeo peyamek hat şandin û pê têlefon hat hackkirin.
Rojnameyê nûçeya xwe spart pisporên bûyerê lêkolan û hat gotin ku peyama ji ser hesabê şexsî yê bîn Selman ji têlefona Bezos ra hat şandin "îhtimaleke mezine" xwedî qodeke bi zirare û ev yek hat tespîtkirin.
Rojnameyê di îdiaya xwe da ragihand ku ji têlefona Bezos piştî peyama di 1ê Gulana 2018an da hatibû şandin gelek dane hatin daxistin.
Di nûçeyê da hat gotin ku 5 meh piştî bûyera hackkirinê Kaşikçi hat kuştin û 9 meh bi şûn va jî di rojnameya National Enquirer a li Amerîkayê weşanê dike da der barê jiyana taybet a Bezos da nûçe hatin weşandin.
Di nûçeyê da li ser têkîliya di navbera bîn Selman û David Peckerê rêvebirê rojnameya National Enquirerê jî hat sekinîn.
The Guardianê ragihand ku pispor dibêjin îhtimaleke mezin Prensê Siûdî bi vê hemleya xwe xwest rê li ber rexneyên rojnameya Washington Postê ya dijî wî bên kirin, bigire.
- Kuştina Kaşikçi
Nivîskarê rojnameya Washington Postê Cemal Kaşikçi di 2yê Cotmeha sala 2018an da li avahiya Serkonsolosxaneya Erebîstana Siûdî ya li Stenbolê awayek hovane hatibû kuştin.
Di doza ji bo kuştina Kaçikçi li Erebistana Siûdî hat kirin da der barê 5 bersûcan da cezayê îdamê û der barê 3 bersûcan da jî bi tevahî 24 sal cezayê hepsê hatibû birîn û kesên nêzî bîn Selman jî serbest hatibûn berdan.