Dinya

WP: Amerîka dinirxîne ku di midaxeleya eskerî ya dijî Venezuelayê da nêzî 75 kes hatin kuştin

Ayşe İrem Çakır  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 08.01.2026
WP: Amerîka dinirxîne ku di midaxeleya eskerî ya dijî Venezuelayê da nêzî 75 kes hatin kuştin

Ankara

 Rayedar ji Washington Postê (WP) ra axivîn û der barê midaxeleya eskerî ya ku Amerîkayê li dijî Venezuelayê kir da îdia kir, hikûmeta Amerîkayê dinirxîne ku di midaxeleyê da nêzî 75 kesan hatin kuştin.

Rayedaran destnîşan kir ku di nava van kesan da digel hêzên ewlehiyê yên Venezuela û Kubayê, sivîl jî hene.

Rayedarekî îdia kir ku di midaxeleyê da 67 kes hatin kuştin, rayedarekî din jî got ku di navbera 75 û 80 kesî da meriv hatin kuştin.

7 eskerên Amerîkayê birîndar bûn.

Çavkaniyên ku ji Fox Newsê ra axivîn jî gotin ku di midaxeleya eskerî da 7 eskerên Amerîkayê birîndar bûn.

Rayedaran daxuyand ku 5 esker vegeriyan ser wezîfeya xwe û tedawiya 2 eskeran jî dewam dike.

Hikûmeta Kubayê daxuyandibû ku di midaxeleya eskerî ya Amerîkayê bir ser Venezuelayê da 32 esker û polêsên wan hatin kuştin, ji aliyê Venezuelayê jî hatibû ragihandin ku herî kêm 24 hêzên wan ên ewlehiyê hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.