Dinya

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg: Heke Tirkiye nebûya li dijî DEAŞê em nikaribûn evqas bi ser bikevin

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got "Heke Tirkiyeya ku sînorên wê bi Iraq û Sûriyeyê ra heye şert û merc ava nekira, ne mumkin bû ku em li hemberî DEAŞê bi ser bikevin."

Türkan Tosun  | 22.01.2020 - Rojanekırın : 23.01.2020
Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg: Heke Tirkiye nebûya li dijî DEAŞê em nikaribûn evqas bi ser bikevin

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got "Tirkiye mitefîqekî girîng e. Tirkiye di heman demê da mitefîqê herî zêde rastî êrîşên terorê tê ye jî. Di têkoşîna dijî DEAŞê da roleke wê ya girîng heye. Heke Tirkiyeya ku sînorên wê bi Iraq û Sûriyeyê ra heye şert û merc ava nekira, ne mumkin bû ku em li hemberî DEAŞê bi ser bikevin."

Sekreter Stoltenberg li Komîteya Karên Derva ya Parlamentoya Ewropayê (PE) da axivî û pirs bersivandin.

Stoltenberg got têkiliyên di navbera NATO û Yekîtiya Ewropayê DA pir baş in û heta niha evqas baş nebûbûn û anî ziman ew tehdîdên sîber û hîbrîd di serî da di gelek qadan da hevkariyê dikin.

- "Heke têkiliyên transatlantîk qels bibin, Ewropa wê zirarê bibîne"

Der barê têkiliyên Ewropa û Amerîkaya Bakur da Stoltenberg wiha axivî: "Di navbera aliyan da di mijarên wek guherîna avûhewayê, bazirganî û peymana nukleer a Îranê da fikrên cuda hene. Lê dîsa jî dema armancên hevpar yên wek aştî û ewlehiyê bên rojevê em bi hev ra tevdigerin."

Stoltenberg anî ziman YE û NATO divê di têkoşîna dijî terorê da, mijara Rûsya û hewldanên nû yên der barê ewlehiyê da bi hev ra tevbigerin û wiha dewam kir: "Heke têkiliyên transatlantîk qels bibin, Ewropa wê zirarê bibîne û perçe bibe."

Ji bo mijara Libyayê jî Stoltenberg got ew piştgiriyê dide agirbestê, pêvajoya siyasî û heke daxwaz ji wan bê kirin ew dikarin zêdetir alîkariyê bidin Operasyona Sophiyayê.

- "Tirkiye mitefîqekî girîng e"

Li ser pirsên parlamenterên PEyê yên polîtîkayên Tirkiyeyê rexne dikin Stoltenberg got wê demê der barê Hareketa Kaniya Aştiyê da ew bi rayedarên Tirk ra axiviye û fikarên xwe aniye ziman.

Stoltenberg got piştî lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê li Sûriyeyê pevçûn pir kêm bûn û wiha axivî: "Tirkiye mitefîqekî girîng e. Tirkiye di heman demê da mitefîqê herî zêde rastî êrîşên terorê tê ye jî. Di têkoşîna dijî DEAŞê da roleke wê ya girîng heye. Heke Tirkiyeya ku sînorên wê bi Iraq û Sûriyeyê ra heye şert û merc ava nekira, ne mumkin bû ku em li hemberî DEAŞê bi ser bikevin."


Serokê Amerîkayê Donald Trump bangî NATOyê kiribû ku ew li Rojhilata Navîn zêdetir gavan bavêje, der barê vê da jî Stoltenberg got ew vê fikrê dipejirînin û ewê li ser biaxivin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.