Ekip
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya li ser Qudsê wiha got: "Tu hukmê biryareke wiha ya li ser bajarekî jixwe dagirkirî ye tuneye."
Serokomar Erdogan li Zîrweya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya Neasayî ku bi mazûvaniya Tirkiyê hat kirin axivî.
"Îsraîl dewleteke dagirker e. Herwiha Îsraîl dewleteke terorê ye" Erdogan bi van gotinan rexne li Îsraîlê girt û wih axivî:
"Îsraîl di 1947an da çi be, mixabin niha jî Filistîn anîn heman rewşê. Bawer bikin ku di têkoşîna gur û berxê da gur wiha teqsîm nake. Ev biryar ji bo Îsraîla ku gelek çalakiyên wê yên terorî hene, mîna xelatekê ye. Yê ku ev xelat daye, bi tenê be jî Trump e."
Di rexneya li biryara Trump de jî wiha nirxandin kir:
"Tenê Îsraîla ku Quds dagir kiriye piştgiri da biryara bêhiqûq ya Amerîkayê. Ez sipasiya hemû dewletên ku vê biryara nemeşrû qebûl nekirin dikim. Tevî Birêz Papa di hemû hevdîtinên min da li hember biryara li ser Qudsê helwesta biryardar hat nîşandan."
Fitîla ku bi biryara li ser Qudsê vêket tevî Amerîka û Îsraîlê li dijî hemû mirovahiyê deriyê gef û talûkeyan vekir. Pirsgirêkên ku li herêma me diqewimin meseleya Filistînê bi me û mirovahiyê tu wextê nade jibîrkirin."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Dewletên Yekbûyî Amerîka li aliyê kesên ku aştiyê dixwazin nasekine, diçe li aliyê yên ku aştiyê naxwazin disekine. Ev polîtîka di vê pevajoya ku li dijî terorîzmê mucadele tê dayîn de bi kêrî hemû fanatîkan tê."
Li Quds û herêma me aştî, tenê bi xebat û keda merivên biedalet, durist û biexlaq yên ji hemû alî û milletan ve wê çêbe."
Rexneya li ser Trump wiha domand:
"Bi gotina 'min kir û qediya' li vê dinyayê tu tişt naqede. Hûn bi tena serê xwe dibe ku biryareke wiha bidin lê di dinyayê da bi tenê hûn tunene. Bi tenê endamên Neteweyên Yekbûyî 196 endam hene. Bi tevahî li dijî vê biryarê ez wisa bawer dikim ku helwesta 196 welatên dinyayê wê li hemberî vê yekê be."
Ji bo dewleta Filistînê jî wiha got: "Wek dewletên Îslamê em ê tu wextî dev ji daxwaza dewleta Filistînê ya desthilatdar û serbixwe ku paytextê wê Quds e bernedin. Ez ji vir careke din dixwazim bibêjim ku Qudis xeta me ya sor e. Welatên ku hê dewleta Filistînê nas nekirine êdî divê vê gava girîng bavêjin. Ji bo li herêmê hevsengiyeke ku aqlê selîm û edaletê li ser piyan digre çêbibe, ev şert e.
Wekî welatên îslamê divê em ji bo ku dewleta Filistînê li qada dîplomatîk bi awayekî têkûz were temsîlkirin îradeya xwe nîşan bidin. Îro divê ji wir ev yek derkeve."