Önder Beyter
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku di peywendiya bi têlefonê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron da bersiva ku dê ji êrîşa çeka kîmyayî ya rejima Sûriyeyê ra were dayîn, hat gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî ya der heqê mijarê da hat destnîşankirin ku Trump û Macron li ser kordînasyonê sekinîn ka dê çawa bersivê bidin êrîşa çeka kîmyayî ya xedar ku di 7ê nîsanê da li Sûriyeyê rû da.
- Wezîrên Karên Derva yên Amerîka û Îngîltereyê axivîn
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da jî hat diyarkirin ku John Sullivanê ku wekî wekîl li Wezaretê dinihêre, bi têlefonê bi Wezîrê Karên Derva yê Îngîltereyê Boris Johnson ra li ser mijara Sûriyeyê axivî.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku Sullivan û Johnson li ser êrîşa li Dûmayê, bersiva muhtemel a civaka navneteweyî ya ji bo vê bûyerê û herwiha gavên ku Amerîka û Îngîltere wê ligel welatên din bavêjin, gotûbêj kirin.
- Hevdîtina Trump ligel fermandaran
Ji aliyekî din va jî Trump li Qesra Spî ligel fermandarên payebilind û rayedarên payebilind ên Pentagonê kom bû û wiha got, "Em ê îşev li ser Sûriyeyê nîqaş bikin. Ez ê nebêjim bê ka çi çaxî ye, lêbelê bersiveke bihêz wê ji êrîşa li nêzîkî Şamê ra were dayîn."
Serokê Amerîkayê Trump duh di civîna kabîneyê ya li Qesra Spî da diyar kiribû ku tevî vebijêrka eskerî li hemberî rejima Esed hemû vebijêrk li ser maseyê ne û herwiha heger di êrîşê da para wî hebe, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn jî wê "berdêlê bide".
Trump bal kişandibû ku ew ê di nava 24 û 48 saetan da biryarê bidin bê ka ew ê çi bersivê bidin êrîşa kîmyayî û berpirsên êrîşê wê berdêleke giran bidin.
Li Sûriyeyê li navçeya Dûmayê ku li Xûtaya Rojhilat ciyê dawîn e ku di kontrola mixalifan da ye, rejimê bi çeka kîmyayî êrîşî warê sivîlan kiribû û 78 sivîl hatibûn kuştin.