Mustafa Melih Ahıshalı
04 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2021
Balyozê Kabulê yê Tirkiyeyê Cîhad Ergînay diyar kir ku Tirkiyeyê ji Efxanistanê ra 33 ton alîkariya xida şand û wiha dewam kir, "Ji bo Efxanistanê alîkariya Heyva sor a Tirk û saziyên Tirk ên din wê dewam bike. Ev wezîfeyeke mirovahiyê ye."
Ergînay li Kabulê di teslîmkirina alîkariya xidayê ya ku Heyva Sor a Tirk şand da axivî.
Ergînay der barê fealiyetên alîkariya seba gelê Efxan a Tirkiyeyê da agahî da.
Ergînay got ku bi rêya Heyva sor a Tirk berî niha jî ji bo gelê Efxan alîkarî hatin şandin û wan alîkariyên borî li merivên ku li cî û warên wan hatine kirin, bela kir.