10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
ANKARA
Li Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorîstan hat paqijkirin ji bo jiyan vegere halê normal xebat dewam dikin. Tesîsa ku terorîst beriya birevin zirar dabûnê, bi destê ekîbên ku ji Tirkiyeyê hatin hat temîrkirin û nika avê didin 2 taxên li navenda Efrînê.
Artêşa Tirkiyeyê ji bo hizûr û îstqrara hidûd û herêmê pêk bîne, li herêma Efrînê endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê berteref bike, gelê dost û bira yê herêmê ji zilm û zexta rêxistinên terorê xilas bike di 20ê rêbendanê da Operasyona Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin û operasyon hê dewam dike.
Piştî ku Efrîn ji terorîstan hat paqijkirin ji bo ku li navçeyê jiyan vegere halê normal xebat dewam dikin, li herêmên ku saziyên alîkariya mirovahiyê lê xwarin û xurekê belav dikin ji bo çareserkirina binesaziya ku terorîstan zirar dabûnê jî dixebitin.
Wekî mayîn terorsît beriya ku ji Efrînê birevin zirar dabûn tesîsa parzûnkirina avê, ekîbên ji Tirkiyeyê hatin herêmê tesîs temîr kirin.
Pirsgirêka tesîsa avê bi destê ekîbên DSIya Edene û Hatayê hat çareserkirin. Bi vî awayî avê didin 2 taxên li navenda Efrînê.