30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
ANKARA
Di operasyonên 3 salên dawîn ên li hember rêxistina terorê DAEŞê de 2 hezar û 627 endamên rêxistinê hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûnegihanê AAyê ji ewlehiyê bi dest xist, rêxistina terorê DAEŞê ji sala 2013an pê ve li hember Tirkiyeyê dest bi çalakiyan kir û wê salê pê ve Tirkiyeyê ev rêxistin di nav lîsteya rêxistinên terorê de binav kir.
Di sala 2013an de di operasyonên li hember DAEŞê de 230 endamên rêxistinê hatin girtin. Ji van 152 kes tirk, 78 kes jî biyanî bûn. Ji şikbaran 78 kes hatin girtin û hat ragihandin ku ji van 12 kes biyanî ne.
Di operasyonên par hatin kirin de jî hejmara kesên hatin binçavkirin 3 qat zêde bû. Di operasyonan de 615 kes hatin binçavkirin û hat ragihandin ku ji van 375 kes welatiyên Tirkiyeyê, yên mayî 240 kes jî biyanî ne. Ji 87 endamên hatin girtin jî jê 66 tirk, 21 kes jî biyanî ne.
Di 20ê tîrmeha 2015an de li Sirûca navçeya Şanliurfayê êrîşeke bibombe hatibû kirin. Di 10ê cotmeha 2015an de jî li ber gara trenê ya Enqereyê dîsa êrîşeke bibombe hat kirin. Di van herdu bûyeran de jî hat dîtin ku tekîliya failên van bûyeran û yên DAEŞê heye. Beriya van bûyeran û piştî van bûyeran operasyon hatin kirin û jê hezar û 263 tirk bi giştî hezar û 782 terorîst hatin binçavkirin. Ji van 467 kes hatin girtin û hat ragihandin ku ji van 106 kes biyanî ne.
Di operasyonên 3 salan ên li rêxistinê de bi giştî 2 hezar û 627 endamên rêxistinê hatin binçavkirin. Ji van 837 kes biyanî ne. Ji kesên ku hatine binçavkirin 632 kes hatin girtin. Ji van kesan jî 493 kes tirk, 139 kes jî biyanî ne.
- Di operasyonan de 350 kîlo teqemenî hat girtin
Bi van operasyonan ve rê li ber gelek çalakiyên DAEŞê yên ku wê bihatana kirin, hat girtin.
Di operasyonan de 350 kîlo teqemenî, 29 çekên luledirêj, 103 demançe, 200 bombeyên destan, 50 êlegên xwekujiyê, 19 hezar fîşengên çekên cuda hatin girtin.