Elif Orhan
07 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ANKARA
Pêşketina Artêşa Tirkiyeyê ya di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de ya ser Efîrnê didome û derket holê ku YPH/PKK-DEAŞa rêxistina terorê dijî operasyona bejayê li çar aliyên navçeyê bi xendeq û bestên ax pêçaye.
"Operasyona Çiqlê Zeytûnê" ya ku li herêma Efrînê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji bo berterefkirina terorîstên mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê, gelê dost û bira ji tehde û zilmê bê xilaskirin di 20ê kanûna paşîn saet 17.00ê pê ve hat destpêkirin dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyona di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ji hiqûqa navneteweyî derdikevin, mafê xweparastina meşrû ya ku di madeya 51emîn a peymana NYê û biryarên eleqedar ên KENYê yên der barê têkoşîna dijî terorê de bi rêzgirtina yekîtiya axa Sûriyeyê tê kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin terorîstên YPG/PKK-DEAŞî dijî herekata bejayê ya ku dê Artêşa Tirkiyeyê di pêvajoya bê de bike li Efrîna di destê xwe de hewl dide ku tehkîmatê zêde bike û taktîkên nû pêş dixe.
Di xebatên ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de hatin kirin de derket holê ku terorîstan hawirdora Efrînê û hin herêmên din ên navçeyê bi xendeq û bestên ax pêçaye.
Hat tespîtkirin ku best û xendeq ji aliyê rêxistinên terorê yên li herêmê ve hem wekî kozik hem jî wekî mekanîzmaya astengiyê hatiye tesewirkirin.
Hat tespîtkirin ku xendeq nêzî 2 metroyan fireh û metro jî kûr e, bestên ax jî heta 2-3 metroyan bilind dibin, û xebatên zexmkirina van tehkîmatan a bi destê terorîstan di wêneyan de xuya dike.
Di avakirina tehkîmata ku di serî de zarok guh nadin jiyana sivîlên ku li Efrînê dijîn û hewl didin ku pêş bixin de hat tespîtkirin ku gelê herêmê yê ku zarokan wan hatin revandin û çekdarkirin bi zor û tehdeyê didin xebatê.
Hat nirxandin ku terorîst bi tehkîmatên ku dikin sirşta bajêran xira dikin û şert û mercên jiyana gelê hrêmê yek car xira dikin.
Terorîstên ku guh nadin jiyana bi hezaran sivîlên ku li Efrînê dijîn û bajêr dikin wekî kozikeke bi tehkîmat nahêle ku gelê herêmê bajêr biterikîne û sivîlan wekî "mertalên zindî" bi kar tîne.
- Terorîstan li Efrînê flamayên xwe daliqandin
Hat nirxandin ku mensûbên rêxistina terorê bi paçikên ku li navenda navçeya Efrînê daliqandin û bi wêneyên mensûbên rêxistinê hewl dide ku vê bajara ku aidê Sûriyeyê ye wekî "li ser teşekûla kantonê ya qaşo" ye nîşan bide.
Bala mirov dikşîne ku terorîstan li ser deriyê daketinê yê navçeyê bi Kurdî û Erebî nivîsa "Ji bo ziyareta we spas" nivîsandiye.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Steohane Dijarrîc di daxuyaniya xwe ya duh de dabû zanîn ku li Efrînê YPG/PKKya rêxistina terorê hê jî astengî derdixîne ku sivîlên dixwazin biçin herêmên ewledar.
Dujarrîc terorîst qesd kiribûn û gotibû ku "Rayedarên herêmî hê jî nahêlin ku tu kes ji Efrînê derkeve. Rasterat têkiliya me bi rayedarên herêmî re tune lê gelekî girîng e ku mirov bi azadane bikarin derkevin."