01 Mijdar 2019•Rojanekirin: 02 Mijdar 2019
Li navçeya Resûleyna ku di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da ji rêxistina terorê hatibû rizgarkirin xebatên lêgerîn û kontrolê dewam dikin.
Li navçeyê ji bo pêkhatina ewlehî û aramiyê Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) kar û xebatên kontrolê didomînin û di vê çarçoveyê da jî heta niha gelek teqemeniyên bidest çêkirî, tespît kirin.
Di nav teqemeniyên bidest çêkirî da hat dîtin ku şûşeyeke di hundirê wê da teqemenî hatiye bi cih kirin jî heye.
Hat tespîtkirin ku endamên rêxistina terorê di hundirê wê şûşeyê da derdanka fişekên tivingê bi mebesta tesîra şarapnelê zêde bibe, bicih kirine.
Di encama xebatên lêgerîn û kontrolkirinê da mayinên curbecur û gelek teqemeniyên ku li keviyên rê, di hundirê bîdon û avahiyan da hatibûn bicihkirin, hatin tespîtkirin.
Resûleyna navçeya Sûriyeyê ku li hemberî Ceylanpinar a navçeya Rihayê dikeve di 12ê Cotmehê da ji YPG/PKKya rêxistina terorê hatibû xilaskirin.