01 Mijdar 2019•Rojanekirin: 02 Mijdar 2019
Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) beşdarî Hereketa Kaniya Aştiyêya ku Tirkiyeyê li dijî rêxistinên terorê dabû destpêkirin bû û heta niha 132 eskerên wan şehîd ketin.
Li herêmên ku di Herekata Kaniya Aştiyê da ji terorê hatin xilaskirin ji bo ewlehî û aramiyê xebatên lêgerîn û kontrolê dewam dikin.
Eskerên ANSê ku bi rawestana herekatê va sengerên li dewrûbera Til Ebyad û Resûleynê digirin, xebatên xwe yên îmhakirina teqemeniyên destçêkirî yên terorîstan didomînin û tewdîrên ewlekariyê werdigirin û ji aliyekî va jî li hemberî êrîşên endamên rêxistina terorê yên ser xeta eniyê liberxwe didin.
Li gor agahiyên ji fermandarên ANSyê yên ku li qadê ne hat hildan ji 9ê Cotmeha ku herekatê dest pêkir heta niha 132 eskerên ANSê şehîd ketin û 491 eskerên wan jî birîndar bûn.