2016 ж. 15 қыркүйек•Rojanekirin: 2016 ж. 16 қыркүйек
HEWLÊR
Grêva birçîbûnê ya ku endamên Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) li Qamişloya navçeya Hasekeyê dijî tehdeyên PKK/PYDya rêxistina terorê yên li bakurê Sûriyeyê dan destpêkirin di roja 4emîn de berdewam dike.
Kawa Ezîzê Endamê Lijneya Birêvebirinê yê ENKSyê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku li Qamişloyê ji 30yî zêdetir endam û birêvebirên ENKSyê yên ku li Qamişloyê beşdarî cenazeya pêşmergeyê bûn hatin radestkirin û mehek li ser vê yekê re derbas bû û got ku grêva birçîbûnê ya ku dijî tehdeyên PYDê dan destpêkirin ket roja 4emîn.
Ezîzî diyar kir ku çalakiya ku dijî tehdeyên PYDya rêxistina terorê dan destpêkirin dê berdewam bike û agahiya "Tehdeyên PYDya ku bi hêzên çekdar dest danî ser vîna Rojava ya ser endamên partiya me her ku diçe zêde dibe û berdewam dike. Me ji bo berteknîşandana vê yekê grêva birçîbûnê da destpêkirin. Rewşa tenduristiya kesên ku di grêva birçîbûnê de ne her ku diçe xira dibe. Bijîşk dibêjin ku heke bi vî awayî berdewam bike dê xetereya jiyanê derkeve holê."
Bi banga ku ji aliyê Teşkîlata Qamişloyê ya ENKSyê hat kirin partyî di 12ê îlonê roja duşemê ji bo ku tehdeyên PYDê protesto bikin grêva birçîbûnê dabûn destpêkirin.
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî tehdeyên PYDyê yên li bakurê Sûriyeyê rexne kiribû û daxuyaniya "Ez ji dahatûya kurdên Sûriyeyê bi fikar im. PYDê dest daniye temamiya herêmên ku kurd lê dijîn. PYD li wan deran siyaseta PKKê tetbîq dike. Tirkiye jî bi PKKê re di nav şer de ye."
Nûrî Brîmoyê Endamê Lijneya Birêvebirina Navendî ya KDP-Syê daxuyaniyek dabû nûçegihanê AAyê û gotibû ku "Hêzên girêdayî PYDê dema ku cenazeyê du pêşmergeyên ku di operasyona li Mûsilê de mirin li Qamişloya Hasekêyê dihat definkirin 5 endamên polîtburoya me û 9 endamên PDK-Syê ragirtin."
Brîmo gotibû ku PYD li Afrînê jî her roj bi dehan ciwanî ji bo ku çekan bigirin dibe.