2016 ж. 15 қыркүйек•Rojanekirin: 2016 ж. 16 қыркүйек
ŞANLIURFA/RAKKA
Li Til Ebyada navçeya Reqaya bajarê Sûriyeyê alaya DYAyê ya ku li avahiya ku tê de gelek milîtanên PYD/PKKya rêxistina terorê hene ji Akçakaleya navçeya sînor a Rihayê ve jî tê dîtin.
Li herêma Mûmbatihê ya navçeya Til Ebyadê ya di bin kontrola mewziyên PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê li 3 cihan alayên DYAyê hatin daliqandin û ev ala j Akçakaleya navçeya Rihayê ve jî tên dîtin.
Li Sûriyeyê di 2yê îlonê de li navçeya Munbîçê ya li rojavayê Robarê Firatê li gundê Rafî ya ku lê gelek milîtanên PYD/PKKya rêxistina terorê hene alayên DYAyê hatibûn daliqandin. Çavkaniyên herêmî yên li herêmê diyar kiribûn ku terorîst alaya DYAyê wekî "mertal" bi kar tînin.