Nihat Kavşut
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
KABUL
Hat ragihandin Talibanê li Efxanistanê qismeke navenda wilayeta Farahê bi dest xist û hewl dide ku walîtî, midûriyeta ewlehiyê û balafirgehê bi dest bixe.
Farîd Bextewarê Serokê Şûreya Bajêr ya Farahê destnîşan kir ku milîtanan duh bi şev dijî navenda Farahê êrîş dan destpêkirin.
Bextewar diyar kir ku milîtanan qismekî navenda wilayeta Farahê bi dest xistin û pevçûn dewam dikin û got ku ji ber pevçûnan malbat malên xwe diterikînin."