Halil İbrahim Sincar
10 Adar 2026•Rojanekirin: 12 Adar 2026
Li Mêrdînê Seyfettîn Çelîkê hunermendê minyaturê yê ku wekî "Sofî Hoste" tê zanîn bi rêbaza heqaqiya negatîf wek mînyatur mizgeftên sembol ên wekî Ayasofya, Selîmiye û Siltan Ehmedê li ser libên tizbiyan dineqişîne.
Çelîkê ji zarokatiya xwe va bi çêkirina tizbiyan ra eleqedar dibe piştî ku li Diyarbekirê ji Beşa Resimê ya Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Dîcleyê mezûn bû li Beşa Hunerên Tirkan ên Kevneşopî ya Zanîngeha Hunerên Xweşîk a Mîmar Sînan perwerdeya xwe domand. Çelîk dema li Stenbolê perwerde dît û xebitî eleqeya wî bo hunera heqaqiya negatîf û mînyaturê çêbû.
Çelîk bi derfetên xwe rêbaza heqaqiya negatîf a ku di kevirên gustîlkan da tê bikaranîn hîn bû û bi demê ra li ser libên tizbiyan fîgurên cihê neqişand.
Çelîk li ser tizbiyên ku li ser îmameya wan Mizgefta Mezin a Mêrdînê dineqişîne mizgeftên Ayasofya, Selîmiye û Siltan Ehmedê jî wek minyatur li ser libên tizbiyê dineqişîne.
Berhemên ku çêkirina wan bi hefte û mehan dewam dikin rastî eleqeyeke mezin tên.