Dinya

Piştî bersivdayîna bi moşek ya Îranê, Tel Avîv di serî da li gelek herêmên Îsraîlê sîrenan lêxist

Faruk Hanedar  | 10.03.2026 - Rojanekırın : 10.03.2026
Piştî bersivdayîna bi moşek ya Îranê, Tel Avîv di serî da li gelek herêmên Îsraîlê sîrenan lêxist

Tel Aviv

Piştî bersivdayîna Îranê Tel Avîv di serî da li gelek herêmên Îsraîlê sîrenan lêxist

Îranê nêzî 10 saet şûnda bi moşekan bersiv da û piştî bersivdayînê Tel Avîv di serî da li gelek herêmên Îsraîlê sîren ketin dewrê.

Li gor daxuyaniya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, ji Îranê ber bi Îsraîlê va moşek hatin agirkirin û pergalên parastina esmanî ketin dewrê û pêşî li moşekan girt.

Li herêmên ku di binê tehdîdê da ne, ji têlefonên destan ra pêş da peyamên hişyariyê hatin şandin, telîmat hat dayîn ku heya danezaneke din kes ji sitargehan dernekeve.

Nûçegihanê AAyê yê li herêmê ragihand ku Tel Avîv di serî da li gelek bajarên Îsraîlê sîrenan lêxist û pergalên parastina esmanî ketin dewrê û li esman dengê teqînan hat.

Stêrka Gevez a Dawuda serwîsa alîkariya acil a Îsraîlê daxuyand ku der barê ketina moşekan da tu êxbar nehatin ber destê wan, moşek li tu derê neketin.

Çapemeniya Îsraîlê îdia kir, moşekeke ku ji Îranê hat avêtin, ji aliyê pergalên parastina esmanî va hat astengkirin, yeke din jî ji ser Tel Avîvê ra derbas bû û ket behrê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın