23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 24 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Di Copa Amerîcaya 45emîn a ji bo xatirê sala 100î ya fitbolê hat lidarxistin da Şiliyê, Kolombiya 2 û têk bir û derket fînalê.
Pêşbirka nîvêfînalê di navbera Şilî û Kolombiyayê da li Stada Soldîer Fîeldê ya li bajarê Chîcagoyê hat kirin.
Şiliyê zû dest bi pêşbirkê kir û di deqîqeya 7emîn de bi gola Charles Aranguîz 1 û 0 ket pêşiyê. Piştî vê golê 4 deqîqeyên din Jose Fuenzalîdayê golek avêt û skor kir 2 û 0.
Bi vê skorê Şilî derket fînalê û şibî par dîsa bû reqîbê Arjantînê. Pêşbirka fînalê şeva duşemê di saet 03.00an de wê bê leyîstin.