2016 ж. 02 сәуір•Rojanekirin: 2016 ж. 03 сәуір
HELEB
Hat ragihandin ku yekîneyên mixalif bajaroka Eysê û dorberê wê ya ku di kontrola hêzên rejimê da bû bi dest xist û di dema operasyonan da pevçûn derketin û di pevçûnan da 50 leşkerên rejimê hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herîmî sitandin, yekîneyên mixalif li dijî rejima Esed a ku li Heleb û Şamê agirbesta berwext îxlal dike li başûrê Helebê operasyon dan destpêkirin. Mixalifan di operasyonê da bajaroka Eysê û dorberê wê ya ku li ser rêya Şam-Helebê ye bi dest xistin.
Hat ragihandin ku mixalifan di encama operasyonê da girê Misturayê, Xirbet Azu, Baza Pêz, girê Meqberayê, girê Telê û herêma Ebû Ruwelê ji destê hêzên rejimê xilas kirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di pevçûnên ku li herêmê derketin da 50 leşkerên rejimê hatin kuştin, yekîneyên bi çekên giran va êrîşî herêmên di destê rêveberiya Şamê da kirin.
- Hêzên Esed agirbes îxlal kirin
Mixalif dibêjin ku hêzên rejimê agirbest îxlal kirin li ser vê operasyon birin ser bajarokên Eys û Xan Tûmanê, di operasyonê da girê Til Mahruqat, Xalidiye, Xabûr û Ûm Rûwel ji destê hêzên rejimê xilas kirin.
Agirbesta qismî ya ku di 27ê sibatê da li Sûriyeyê hatibû îlan kirin bi destê hêzên Esed va li Heleb, Bayirbucax û Şamê hatibû îxlakirin. Di nav hefteyê da jî hêzên rejimê êrîşî nexweşxane û xwendingeheke li Dêr Asafîra herêma Gûtaya Rojtilat a Şamê kiribûn û di êrîşê da piraniya wan zarok 32 kes miribûn.