13 Sibat 2016•Rojanekirin: 14 Sibat 2016
ŞAM
Dan zanîn ku balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê piştî nimêja înê li paytext Şamê êrîşî Gûtaya Rojhilat a di bin kontrola mixalifan de kir û di êrîşan de 6 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên sivîl ên li herêma Gûtaya Rojhilat bi dest xistin balafirên şer ên artêşê êrîşê Hamûriye, bajaroka Sakbayê û cî û warên li navçeya Dûmayê yên ku li Gûtaya Rojhilat cî digirin kirin. Di encama bombebarana ser herêmên navborî 6 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku birîndar birine li nexweşxaneyên sehrayê yên li herêmê û birîndar tên dermankirin.
Dan zanîn ku di êrîşa hêzên rejimê ya ser cihên jiyanê de gelek malan xisar dît.