Ahmet Aydın
13 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2020
Wezîrê Karê Derve Çavuşoglu ragihand ku ji bo agirbesta li Libyayê metneke reşnûsk çêkirina, Serokwezîrê Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî Fayîz Serrac metna li Libyayê Agirbest îmza kir, lê aliyê Hefter heta sibe molet xwest.
Çavuşoglu di çarçoveya hewlên pêkanîna aşitî û istiqrarê li Libyayê de li Moskowa paytexta Rûsyayê beşdarî civînan bû piştî civînan digel hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov daxuyanî dan.
Bi mebesta agirbestê di navbera Fayîz Serracê Serokwezîrê Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî li Libyayê ya ku di çavê Neteweyên Yekbûyî (NY) de meşrû ye û serekê hêzên çekdar ên li rojhilatê Libyayê Xelîfe Hefter de, civîn li Rûsyayê berdewam in.
Çavuşoglu ji bo mazûmvaniyê spasiya Rûsyayê kir û anî ziman ku di arasteya banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ya di 8ê kanûnê de, ji bo îmzakirina agirbestê di nava aliyên Libyayê de, îro bi heyeta Rûsyayê re xebat ajotine.
Çavuşoglu got, "Di encamê de me metneke reşnûskê ku modelîteyên agirbesta muhtemel di xwe de digire amade kir. Li ser vê metnê me bi têgehiştina lihevkirinê bi taybet pêşniyazên guherankariyê yên ku ji Hefter hatin berçav girtin."
Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir ku piştî reşnûsk hat rewşa nîhaî Serrac û Serokê Konseya Bilind a Dewleta Libyayê Xalid Mişrî metnê agirbestê îmza kirin û teslîmî aliyê Tirk kirin.
Çavuşoglu wiha pê de çû:
"Li gorî ku dostên me yên Rûsî ji me re gotin, aliyê Hefter heta sibehê molet xwestine. Sibe heke aliyê Hefter metnê îmza bike, dê aliyên Serrac û Hefter bi awayekî nivîskî vê teahuda xwe bi cih bînin. Piştî wê ji bo berdewamiya agirbestê û xurtkirin pêvajoya siyasî, tevî xebatên Berlîn û NYê, ji bo em bigin encamê emê digel Rûsyayê xebatên xwe bidomînin."
Wezîr Çavuşoglu ji ber îmzaya metnê spasiya Serrac û Mişrî kir.