Önder Beyter
04 Adar 2019•Rojanekirin: 05 Adar 2019
Li Herêma Kurdistana Iraqê Serokê Tevgera Nifşa Nû Şasiwar Ebdulwahîd ku duh bi îdiaya tawanê "piçûkxistina memûrê dewletê" va hatibû girtin, bi kefalet hat berdan.
Li gorî nûçeya organa weşanê ya Tevgera Nifşa Nû NRT TVyê, Dadgeha Silêmaniyê biryara xwe ya duh a tewqûfkirina Ebdulwahîd guherand û hukmê berdana bi kefalet da.
Bi vî awayî Ebdulwahîd piştî rojekî girtîmayînê hat berdan.
Serokê partiya mixalefetê Ebdulwahîd duh bi biryara Dadgeha Silêmaniyê hatibû girtin.
Ebdulwahîd berî ku bikeve salona dadgehê daxuyanî dabû rojnamegeran û wiha gotibû, "Em rêzê nîşanî qanûnan didin û diçin dadgehê. Em ji xwe nakevin şik û gumanê û me qanûn binpê nekirine. Di rêya ku me daye ser da girtin, êşkence û mirin jî heye."
Şasiwar Ebdulwahîd 20 sibatê di peyama xwe ya li ser medyaya civakî da gef li berpirsên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) xwaribû û îdia kiribû ku kurên avakarê YNKyê Celal Talabanî ku di 3yê Cotmeha 2017an da çû ber rehmê, dê rojekê li Silêmaniyê bên dardakirin.
Li Herêma Kurdistanê di hilbijartinên 30ê îlonê da Tevgera Nifşa Nû heşt parlamenter derxistibûn û bûbû partiya çaremîn.
Ebdulwahîd diyar kiribû ku ew ê beşdarî hikûmeta hevpeymaniyê ku hê jî nehatiye damezirandin, nebin û ew ê wekî mixalefet berdewam bin.