Ahmet Aydın
08 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2019
Serokê DYAyê Donald Trump destnîşan kir ku têkiliyên wî yên digel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan baş in û got, "Li Sûriyeyê ne terefdarê aliyekî me."
Trump piştî merasima îmzaya peymana bazirganiyê ya di navbera DYA û Japonyayê de bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê Sûriyeyê, da.
Serokê DYAyê Trump anî ziman ku biryara wî ya derheqê Sûriyeyê de rast e û got, "Li Sûriyeyê ne terefdarê aliyekî me" û destnîşan kir ku têkiliyên wî yên digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan baş in.
Trump herwiha got, "Bi salan e em li Sûriyeyê ne. Diviya erka me ya li Sûriyeyê kurt ba. Pêdiviya em biketinayê û derketana."