Nihat Kavşut
21 Tebax 2020•Rojanekirin: 22 Tebax 2020
Serokwezîrê Lîbyayê Fayîz es-Serrac ji bona agirbest û sekinandina operasyonên eskerî telîmat da hemû hêzên eskerî yên li welêt.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Hikûmeta Lîbyayê hat diyarkirin Serokwezîrê Lîbyayê Fayîz es-Serrac "ji ber berpirsyariya siyasî û neteweyî, rewşa li welêt û herêmê û şert û mercên şewbê ji bona agirbest û sekinandina operasyonên eskerî telîmat da hemû hêzên eskerî."
Serokwezîrê Lîbyayê Fayîz es-Serrac destnîşan kir ji bona agirbesteke fiilî divê Sîrte û Cufra bibin herêmên ku ji çekan hatine paqijkirin.
Serrac diyar kir armanca wan ya dawîn ew e ku li ser hemû axa Lîbyayê desthilatdar bin û eskerên biyanî û yên bi peretî ji welêt derxin.