Serokomarê Sûriyeyê Şera li welatê xwe efûya giştî ragihand
Syria
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera bi biryarnameyekê va efûya giştî ragihand.
Serokomar Şera di destpêka meha Remezanê da biryarnameya efûya giştî weşand.
Li gorî biryarnameyê, cezayên hebsa muebetê dê bo 20 salên cezayê hebsê bên daxistin, cezayên hebsa giran ên berwext jî nîvê wan dê bê efûkirin, cezayên qebhetan û hin sûcan jî dê bi temamî bên rakirin.
Bi biryarnameya efûya giştî va sûcên qaçaxçîtiyê, sûcên înformatîk ên diyar, sûcên verastkirinên buroyên dowîzê û kirina miemeleyên ji dervayî lîreyê Sûriyeyê jî daxilî efûyê bûn.
Di sûcên çek û muhîmatan da bi şertê radestkirina çekan a di nav 3 mehan da a piştî weşandina biryarnameyê, ceza dê bi temamî bê efûkirin.
Ji aliyekî din va sûcên êşkenceyê, bazirganiya mirovan, îxlalên giran ên dijî gelê Sûriyeyê û hin sûcên din ên giran li dervayî çarçoveya efûyê hatin hiştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
