Dinya

WSJ: DYA amadekariya vekişandina hemî eskerên xwe yên mayî ji Sûriyeyê dike

Hakan Çopur  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 19.02.2026
WSJ: DYA amadekariya vekişandina hemî eskerên xwe yên mayî ji Sûriyeyê dike

Washington DC

Hat îdiakirin ku artêşa DYAyê amadekariya vekişandina hemî eskerên xwe yên mayî ji Sûriyeyê dike.

Rojnameya Amerîkayî Wall Street Journal (WSJ) di nûçeyekê da 3 rayedarên DYAyê weke çavkanî nîşan da û destnîşan kir ku Pentagon amadekariya vekişandina eskerên xwe yên mayî yên li Sûriyeyê, dike.

Li gorî nûçeyê artêşa DYAyê amadekariyê dike ku di nava 2 mehan da nêzîka 2 hezar eskerên xwe yên ku li Sûriyeyê hiştibû, vekişîne.

Dema ku ev pêvajoya vekişînê temam bibe, hebûna eskerî ya Amerîkî li Sûrîyeyê, ku nêzîkî 10 salan dewam kir, dê bi tevahî bi dawî bibe.

Hat ragihandin ku 2 berpirsên DYAyî gotin ku artêşa Amerîkayê di destpêka vê mehê da vekişîna xwe ji baregeha Tenefê ku qereqoleke stratejîk li ser sînorên Sûriye, Urdinê û Iraqê ye û ji Baregeha Asîmanî ya Şedadiyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, temam kiriye.

Heman rayedaran tekez kirin ku rêveberiya Trump biryar daye, ji ber ku YPGya rêxistina terorê "hema hema bi tevahî hilweşiyaye" êdî pêwîstî bi hebûna eskerî ya DYAyê li Sûriyeyê nemaye.

Ji aliyekî din va rayederê din diyar kir ku rêveberiya Trump armanc dike ku di pêvajoya nû da têkiliyên dîplomatîk ên nêzîktir bi rêveberiya Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera ra ava bike û her wiha pêvajoyên dîplomatîk bi vî rengî li dijî gefên potansiyel ên di nav welêt da birêva bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın