Nihat Kavşut
08 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê di 13ê Mijdarê da bê Amerîkayê.
Trump di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da wiha got: "Gelek kes ji bîr dikin ku Tirkiye şirîkekî ticaretê yê mezin yê Amerîkayê ye. Tirkiye gewdeyên pola yên F-35an çêdike. Wek mayîn li Îdlibê ji bona gelek kes bên xilaskirin alîkariya min kirin."
Donald Trump destnîşan kir li ser ricaya wî Andrew Craig Brunsonê keşeyê Amerîkayî bi sax û silametî vegeriyaye û wiha got: "Wek mayîn bînin bîra xwe, ya herî girîng ew e ku Tirkiye endamekî biîtibar ya NATOyê ye. Ew (Erdogan) wê di 13ê Mijdarê da wek mavanê min bê Amerîkayê."