Elif Irmak
10 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan qebra Heyder Eliyevê serokê neteweyî yê Azerbeycanê û şehîdiyên Tirk û Azerbeycanê ziyaret kir.
Serokomar Erdogan di çarçoveya bernameya li Bakuyê da pêşî bi Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev ra derbasî Faxrî Xiyabana ku gora Heyder Eliyev lê ye bû.
Erdogan û Eliyev çelenk danîn gora bîrdariyê ya Heyder Eliyev paşê li Xiyabana Şehîdan a Bakuyê şehîdiyên Tirk û Azerbeycanê ziyaret kir.
Herdu serokomaran çelenk danîn bîrdariya wir û lênûska bîrdariyê îmze kir. Erdogan di lênûska şerefê ya bîrdaeriyê da ev nivîsandin:
"Şehîdên me yên Ezîz, îro dema ku em di îstirahatgaha we ya ebedî da bîranînên we yên ezîz bi bîr tînin, şanazî û kêfxweşiya ji ber azadiya axên Azerbeycanê yên bin dagirkeriyê da ji dil û can hîs dikin. Biratiya me ya bi Azerbeycana ku Muharebeya Weten a ku di 27ê îlona 2020an da dest pê kir di nav 44 rojan da bi awayekî bişeref bi ser xist ra dê ji mîrateya ku we hişt hêz hilde û heta hetayî mayînde be. Bila rihê we şad be."
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev jî di peyama xwe ya di lênûska şerefê ya bîrdariyê da ev gotin:
"Di şerê welat ê 44 rojî da gelê Azerbeycanê cardin bû şahidê piştgiriya dîplomatîk, siyasî û manewî ya Tirkiyeya bira. Artêşa me ya mizafer serkeftineke dîrokî bi dest xist û dawî li dagirkeriya Ermenistanê ya ku ji salan zêdetir bû dewam dikir anîn. Ev serkeftina ku bi can û xwîna şehîdên me hat bidesxistin rihê şehîdên Tirk ên ku li herêmên cuda yên Azerbeycanê dijîn şad kir. Gelê Azerbeycanê qehremanş, xizmetên dîrokî yên şehîdên Tirk teqdîr dike û her dem wan bi bîr tîne. Xwedê rehma xwe li hemû şehîdên me bike."