Önder Beyter
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 20 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê bi Serokê Dewletê yê Komara Gel ya Çînê Şî Cînpîng ra axivî.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat wergirtin, di peywendiya li ser têlefonê da mijarên dualî û herêmî hatin gotûbêjkirin.
Herdu serokan biryardariya xwe piştrast kirin ku di her warî da peywendiyên Tirkiye û Komara Gel ya Çînê xurtir bikin û herwiha der heqê geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê da nêrînên xwe ji hev ra gotin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji berê da li dijî emilandina çekên kîmyayî ye û herwiha bal kişand ku gelekî girîng e ku rê neyê dayîn li Sûriyeyê rageşî gurtir bibe.
Erdogan û Şî diyar kirin ku divê yekperçetiya xaka Sûriyeyê bê parastin û herwiha bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevbeş a dijî terorê.
Di axaftina xwe da Erdogan, pîrozbahî li Şî kir ku di Kongreya Gel a Neteweyî ya 13emîn da careke din serokê dewletê hat hilbijartin.