İbrahim Atmaca
2018 ж. 19 сәуір•Rojanekirin: 2018 ж. 20 сәуір
ADDÎS ABABA
Li Etîyopyayê Serokwezîr Abiy Ehmedê ku serê mehê dest bi wezîfeyê kir, di kabîneyê da gelek guhertin çêkir.
Ehmed li Meclisa Nûneran a Gelên Etiyopyayê kabîneya nû eşkere kir û kesên ku wek namzed hatin nîşandan bi pirdengî hatin qebûlkirin.
Di Lijneya Wezîran a nû da cihê 6 wezîran guherî û li wezaretên din hatin tayînkirin, 10 kesên nû jî bûn wezîr.
Ji bo Berdevkiya Hikûmetê Ehmed Shide, ji bo Wezareta Edaletê Berhanu Tsegaye, ji bo Wezareta Bazirganiyê Melaku Alebel, ji bo Wezareta Tenduristiyê Amir Aman, ji bo Wezareta Çandiniyê Shiferaw Shigute û ji bo Wezareta Parastinê jî Motuma Mekassa hat tayînkirin.
Wezîrê Çand û Tûrîzmê yê berê Hirut Woldemariam bû Wezîrê Xebat û Karên Civakî, Wezîrê Parastinê yê berê Siraj Fegessa jî bû Wezîrê Gîhandinê.
Tenê Wezîrê Karên Derva Workneh Gebeyehu neguherî.
Piştî bangewaziya gel a guhertinê Ehmed wezîfe dewr hildabû û guh dabû daxwazên gel û sozê reformê dabû.
Eniya Şoreşger û Demokratîk a Gelên Etiyopyayê (EPRDF) 27 sal bûn li welêt desthilat bûn. Di îqtidara EPRDFê da cara ewil kesekî Oromoluyê bû serokwezîr û li welêt atmosfera siyasî ya nebaş nerm bû. Piştî ku Ehmed hat hilbijartin li eyaletên Oromiya û Amharayê çalakiyên ku sê sal in dewam dikirin jî bi dawî bûbûn.