Sefa Mutlu
30 Adar 2022•Rojanekirin: 31 Adar 2022
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya seredana xwe ya Ozbekistanê da bajarê qedîm ê Tirk û Îslamê Hîwe ziyaret kir.
Serokomar Erdogan piştî hevdîtinên fermî yên duh ên li paytextê Ozbekistanê Taşkentê bi rêhewayê derbasî Urgençê bû.
Erdogan ji vir jî bi rêbejayê ber bi bajarê qedîm bi rê ket.

Li vir Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev û jina wî Zîroat Mîrzîyoyev hevaltiya Serokomar Erdogan û her wiha jina wî Emîne Erdoganê kirin.
Gava herdu serok ketin herêma "Keleha Hundirîn" bi pêşwaziyeke edetî ya ji çanda Tirkan hatin pêşwazîkirin.
Erdogan û Mîrzîyoyev bi hev ra li qadên dîrokî yên li deverê geriyan.
Li Hîveyê eleqeyeke mezin nîşanî Serokomar Erdogan dan
30.03.2022 Serokomar Erdogan bajarê qedîm ê Tirk û Îslamê Hîwe ziyaret kir
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya seredana xwe ya Ozbekistanê da bajarê qedîm ê Tirk û Îslamê Hîwe ziyaret kir.
Li Hîveyê eleqeyeke mezin nîşanî Serokomar Erdogan dan Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Ozbekistanê da Hîveyê ziyaret kir û rastî eleqeyeke zêde hat. Serokomar Erdogan duh li Taşkenta paytextê Ozbekistanê piştî serdanên fermî bi balafirê derbasî Urgençê bû. Serokomar li Urgençê bi merasima fermî hat pêşwazîkirin û piştî meraimê jî tevlî xanima xwe Emîne Erdogan, Serokomarê Ozbekistanê Şevket Mîrzîyoyev û xanima wî Zîroat Mîrzîyoyeva yê va bi wesayîtê derbasî Hîveyê bûn. Li ser rêyên ji Urgençê ber bi Hîveyê va diçin tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatibûn girtin û alayên Tirkiye û Ozbekistanê û afîşên razîbûna ji serdana Serokomar Erdogan û heyetên Tirkiyeyê ku hatine welêt nîşan dide, hatibûn daliqandin. Heyeta ji Tirkiyeyê jî hevaltiya Erdogan û Mîrzîyoyev kir û ew li Kelha Îçanê bi coş û xiroşê hatin pêşwazîkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Ozbekistanê da Hîveyê ziyaret kir û rastî eleqeyeke zêde hat.
Serokomar Erdogan duh li Taşkenta paytextê Ozbekistanê piştî serdanên fermî bi balafirê derbasî Urgençê bû. Serokomar li Urgençê bi merasima fermî hat pêşwazîkirin û piştî meraimê jî tevlî xanima xwe Emîne Erdogan, Serokomarê Ozbekistanê Şevket Mîrzîyoyev û xanima wî Zîroat Mîrzîyoyeva yê va bi wesayîtê derbasî Hîveyê bûn.
Li ser rêyên ji Urgençê ber bi Hîveyê va diçin tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatibûn girtin û alayên Tirkiye û Ozbekistanê û afîşên razîbûna ji serdana Serokomar Erdogan û heyetên Tirkiyeyê ku hatine welêt nîşan dide, hatibûn daliqandin.
Heyeta ji Tirkiyeyê jî hevaltiya Erdogan û Mîrzîyoyev kir û ew li Kelha Îçanê bi coş û xiroşê hatin pêşwazîkirin.