Muhammet Kurşun
14 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
ANKARA
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji bo mêvanperweriya germ di kêliya ziyaretê de li ser hesabê medyaya civakî sipasiya Qralê Siûdiyê Selman bîn Ebdulezîz kir.
Erdogan li ser hesabê xwe yê resmî twitterê ji bo eleqeya germ bi zimanê Erebî sipasiya Qral Selman kir.
Serokkomar Erdogan di peyama sipasiyê ya twitterê de hesabê Twtitterê yê Qral Selman bîn Ebdulezîz "KingSelman" jî etîket kir û Erebî de ev îfade bikar anîn:
"Di kêliya ziyareta me ya bo Welatê Erebî Siûdiye de, ji bo pêşwaziya ciwan û mêvanperweriyê, sipasiya birayên me xelkê Siûdiyê û Xizmetkarê Heremeyna Şerîfeynê Qral Selman dikim."