Hakan Çopur
15 Gulan 2021•Rojanekirin: 16 Gulan 2021
Serok û Rêveberê Payebilind (CEO) ê Amerikan Associated Pressê (AP) Gary Pruitt daxuyand ku li hember bordûmana avahiya ku ofîsa APyê lê ye ji aliyê artêşa Îsraîlê ve, "ecêbmayî" û "matmayî" mane.
Serok û CEOyê APyê Pruitt derbarê li Xezzeyê hedefgirtina avahiya ku saziyên medyaya civakî yên weke AP û Aljazeera lê ne, daxuyaniyeke nivîskî da.
Pruitt di daxuyaniya xwe de wiha got, "Li hember wê yekê ku artêşa Îsraîlê avahiya ku ofîsa APyê lê ye bordûman kir, em "ecêbmayî" û "matmayî" man."
Pruitt destnîşan kir ku tevî ku dizanîbûn di avahiya navborî de AP û saziyên din hene êrîş hat lidarxistin. Lê beriya êrîşê bi wan hatibû ragihandin ku avahiyê vala bikin wan jî digel hemî xebatkarên xwe beriya êrîşê avahî vala kirine.