Mücahit Aydemir
13 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2022
Serokê DYAyê Joe Biden di çarçoveya serdanên xwe yên fermî de gihişt Îsraîlê.
Biden di çarçoveya serdana xwe ya 13-16 temûzê ya li Îsraîl, Filistîn û Erebistana Siûdiyê de, gihişt îstgeha xwe ya yekem, Tel Avîva paytexta Îsraîlê.
Serokê DYAyê Biden bi balafira Air Force 1"ê li Balafirgeha Ben Gurionê ya li Tel Avîvê daket û ji aliyê Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog, Serokwezîr Yair Lapîd û Serokwezîrê berê Naftalî Bennett ve bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Ev serdan ji bo Serokê DYAyê Biden yekem serdana Îsraîlê ye ji wextê ku li DYAyê weke serok hatiye hilbijartin.