Rojnameya Daîly Trûst di rojên borî de vîdeoyeke ku ji 17 deqîqeyan pêk tê weşand. Di wê vîdeoyê de kesekî ku jê re dibêjin Ebûbekîr Şekaû xeberdide. Di xeberdana xwe de Şekaû li ser serbestmayîna keçan disekine û dibêje keçên ku wan revandine bi yek şertekî dê serbest bimînin. Heke endamên rêxistinê yên ku di girtîgehan de ne serbest bên berdan ewê jî keçên ku revandine dê serbest bihêlin.
Di vîdeoyê de bi zimanê erebî, îngilizî û zimanên herêmî haûsa û kanûriyê ve xeberdan tên kirin. Di vîdeoyê de keç niximandî tên dîtin û Şekaû îdia dike ku hin keç bûne misilman.