Biryara tevlîbûna hikûmetê ya YNKê, di civîna ku bi destê polîtburoya partiyê li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat lidarxistin de hat ragihandin.
Ji erkdarên partiyê Nermîn Osman daxuyanî da nûçegihanê AAyê got: "YNKyê biryar da ku tevlî partiyê bibe û meqamên ku tên plankirin bidine wan, qebûl bike."
Osman diyar kir ku Wezareta Perwerdeya Bilind, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Îmarê, Wezareta Çandê û Cangoriyan û Wezareta Enfalê digel Alîkariya Serokatî û Alîkariya Serokatiya Meclisê radestî partiya wan kirin. Osman da zanîn ku Alîkariya Pêşmerge û Wezaretiya Karên Navxweyî jî dan YNKyê û da zanîn ku li gor peymana ku bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re kirine (KDP) dê 2 sal şûnde Wezareta Karên Navxweyî radestî wan bikin.
Piştî KDP û Tevgera Goranê YNK bû şirîkê sêyemîn ê koalisyonê. Piştî ku navên kesên dê bibin wezîr bên diyarkirin dê damezrandina hikûmetê bê îlankirin.
Li Herêma Kurdistana Iraqê ev cara ewil e ku hikûmeteke wiha piralî hat damezrandin. Muxalefetê jî dê êdî partiyên ku di meclisê de tenê kursiyekî wan heye bike.