Leşkerekî ku nexwest navê xwe bibêje daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gundiyan beriya êrîşê gotin ku hin kesan xwe wek endamên rêxistina Boko Haramê dan nasîn, pere xwestine û em tehdît kirin.
Leşker got: "Mixabin gundiyan der barê tehdîtan de xeber neda hêzên ewlehiyê. Endamên rêxistina Boko Haramê îro hatin gund û 20 kes kuştin."
Kesên şahid jî gotin ku hin kesên çekdar êrîş birin ser gund û gule li ser gund reşandin. Bi sedan gundî ji bo ku xwe xelas bikin ber bi çaliyan ve revîn.