Mustafa Deveci
14 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2024
Sererkanê Îsraîlê Herzî Halevî yê der barê wî da li ser medyaya civakî hat îdiakirin ku hat kuştin, baregeha eskerî ya duh Hizbullahê bi wesayîta esmanî ya bêfirokevan (ÎHA) êrîş kirê, ziyaret kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, Halevî çû baregeha eskerî ya li başûrê Heyfayê ya ku lê 4 esker hatin kuştin û 58 esker jî birîndar bûn.
Halevî li vir bi eskeran ra hat cem hev û diyar kir ku encamên tal ên êrîşa duh çêbûn.
Hizbullahê duh bi dronan êrîşî baregeha eskerî ya Îsraîlê ya li başûrê Heyfayê kiribû.
Di êrîşê da 4 esker hatibûn kuştin, 58 esker jî birîndar bûbûn. Li ser medyaya civakî hatibû îdiakirin, di dema êrîşê da Halevî jî li baregehê bû û ew jî di êrîşê da hat kuştin.